WHO: “Em ji halê Idlibê endîse dikin”

WHO: “Em ji halê Idlibê endîse dikin”

PeyamaKurd- Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê WHO ragihand ku ew ji halê Idlibê yê vê dawiyê endîşe dikin. Di demên dawiyê de bi sedema êrîşan 130 hezar sîvîl terka cîh û warê xwe kirine. WHO di ragihandina xwe ya nivîskî de, bê ku nav bide behsa êrîşên Beşer Esed û Rûsyayê kir. WHO bi nivîskî weha ragihand:

“WHO ji halê tenduristiyê yê xelkê rojavayê bakûrê Sûriyê endîşe dike. Pêdiviya 12 mîlyon xelkê Sûriyê bi xizmeta tenduristiyê heye. 2,7 mîlyon kes li rojavayê bakûrê Sûriyê dijî û 500 hezar jî li başûrê bajarê Idlibê dijîn. Heya niha li Idlibê 14 navendên tenduristiyê û 2 nexweşxane bi sedema ewlehiyê hatine girtin. Eger êrîş weha dewam bike, niha 42 navendên tenduristiyê li herêmê xebatê dikin û wê mecbûr bibin da xizmeta wan jî bibirin.”

Di beyana WHO yê de hat gotin ku di meha 11an de 83 êrîş birine ser navendên tenduristiyê ku ji wan 63 êrîş bo ser yên Idlibê hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin