Îran: Em wêneyên ji hindûrê hin navendên Atomî ti carî radestî rêxistina IAEA nakin

Îran: Em wêneyên ji hindûrê hin navendên Atomî ti carî radestî rêxistina IAEA nakin

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Îranê îro Yekşemê bi daxuyaniyekê da zanîn, Tehran ew ê ti carî wêneyên ji hindûrê hin navendên Atomî yên Îranî radestî rêxistina IAEA Çavdêrîya Atomî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) neke.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqer Qalibaf, sedema vê biryarê jî wek bidawîbûna peymana çavdêrîyê di navbera Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) û Îranê hatî radigihîne Qalibaf diyar kir: "Dema peymanê bidawî bû. Her agahdariyek tomarkirî dê ti carî neyê dayîn IAEA û pêzanîn û wêne ew ê di destê Îranê de bimînin."

Ev daxuyaniya Îranê dikare danûstandinên di navbera Îran û şeş welatên mezin ên li ser vejandina peymana Atomî ya 2015an aloztir bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin