Îran: Tu plana me nîne em rê bidin çavdêriya tesîsên atomî

Îran: Tu plana me nîne em rê bidin çavdêriya tesîsên atomî

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Abadî ragihand ku tu planeke wan nîne rê bidin tîmên navdewletî bigihin wan bingehên atomî yên ku rûbirûyî êrîşên esmanî bûbûn.

Abadî tekez kir ku tevî daxwaza Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi, wan tu civîn li Swîsreyê li dar nexistine û heta ku lihevkirineke dawiyê pêk neyê pirsa çavdêrî û kontrola bingeh û madeyên atomî bi tu awayî nayê behskirin.

Hêjayî gotinê ye, ev helwesta Îranê piştî daxuyaniyên Rafael Grossi ku gotibû ew ê di demeke nêzîk de ji bo diyarkirina dema durist a pişkinînan dest bi danûstandinan bikin hat.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî îdia kiribû ku Îran bi temamî razî bûye ku di paşerojê de pişkinînên herdemî û di asta herî bilind de bo dezgehên wê yên atomî bên kirin.

Trump diyar kir ku ev pêngav piştrastiyê dide destpakiya atomî û bêyî vê razîbûna Tehranê wan tu nîqaş nedikirin.

Trump gotibû, wî biryar daye Tengava Hurmizê vekirî bimîne û dorpêça deryayî bê rakirin. Lê belê Trump hişyarî jî da ku hêzên deryayî yên Amerîkayê dê li cihên xwe bimînin bo her îhtîmaleke dubare sepandina dorpêçê, tevî ku ew di wê baweriyê de ye ku geşedaneke wiha rû nade.