Îranî, li Rojhilatê Kurdistanê Arzhin Jondi xistin bin çav û ti agahî jê nîne

Îranî, li Rojhilatê Kurdistanê Arzhin Jondi xistin bin çav û ti agahî jê nîne

PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Pîranşehrê xortê bi navê Arzhin Jondi (16) xistin bin çav û 4 roje ti agahî jê nayê sitendin. Jondi, li ku derê ye û bi çi tê tewanbarkirin nayê zanîn.

Xortê navborî di 11ê êlûnê de li gundê Kawparê avêtine ser mala wî, bê fermana girtina fermî hatiye girtin.

Nahêlin parêzger an malbata wî pê re têkilî deynin û ciyê ku wî birinê, nayê zanîn.