PeyamaKurd – Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pezişkiyan, piştî serkeftina hilbijartinê di axaftina xwe ya yekem de got, “Min ti sozeke bicih neyînim nedaye”.
Pezişkiyan di axaftina xwe ya li Tehranê de got: “Di van hilbijartinan de min bi ti awayî sozên derew nedane. Min ti sozeke ku pêk neyînim nedaye.”
Pezişkiyan piştî serkeftina hilbijartinê ku bû serokomarê Îranê, li Tehranê serdana tirba Ayettullah Humeynî kir û li wir yekem axaftina xwe ya serkeftinê kir.
Serokomarê Îranê ji bo hilbijartina xwe spasiya gel kir û diyar kir, ew dê hewl bide di xizmeta hemû îraniyan de be.
Pezişkiyan herwiha got, “Ne ji Xaminey bûna navê wî di sindoqan de dernediket.” û spasiya serokê olî yê Îranê jî kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin