Ji bo balkisandina ser Guherîna Îqlîmê seetek tarîtî

Ji bo balkisandina ser Guherîna Îqlîmê seetek tarîtî

PeyamaKurd - Bi armanca balkişandina ser Guherîna Îqlimê, Weqfa Parastina Jiyana Siruştî (WFF) ji 2007an û vir ve her sal çalakiya bi navê “Seeta Dinyayê”(Eath Hour) li dar dixe.

Ev çalakî li Fransa, Ingîltere, Rûsya, Îtalya, Çîn, Îspanya, Hindistan heta  bi Filîpînê li gelek welatan avahiyên dîrokî, avahiyên saziyên gelemperî û li malan seet di navbera 20:30 û 21:30an de gulop hatin temirandin. Li Stenbolê jî lembeyên cihên sembolîk hatin vemirandin.

Weqfa Parastina Jiyana Siruştî ji 2007an û vir ve her sal çalakiya bi navê “Seeta Dinyayê”(Eath Hour) li dar dixe. Îsal jî li li seranserê dinyayê li gelek avahiyên abîdeyî, avahiyên dezgehên fermî û li malan saet di navbera 20:30 û 21:30an de ji bo balkişandina ser guherîna îqlîmê gulop hatine temirandin.

Di çarçoveya vê çalakiyê de li Moskovayê ku paytextê Rûsyayê ye li gelek avahiyên muhîm bi vemirandina gulopa seetekê ronahî li xwe kire tarîtî.
Ev 6emîn car e ku Moskova piştgiriyê dide vê çalakiyê. Li Qesra Kremlîn ku li Qada Sor a dîrokî ye, li Katedrala Saînt Basîl'sê li Birca Spasskayayê û li Navenda Danûstendina GUMê pê re li avahiyên Hikûmetê, Parlemento, Zanîngehan û Navendên Karsaziyan de gulop hatine temirandin

Di çarçoveya vê çalakiyê de li Stenbolê jî Pirên Boxazê, Mûzeya Ayasofyayê, Qesra Dolmabahçeyê, li mizgeftên Sultanahmet û Suleymaniyeyê û wek din li Zanîngehên Galatasaray û Kadîr Has jî di nav de li gelek avahiyên saziyan de seetekê gulop hetine temirandin. Herwiha li Brîtanya, Îtalya, Îspanya, Fransa û gelek din ev çalakî hat meşandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin