Almanya: Guherîna rejîma Îranê bi rêyên leşkerî nabe

Almanya: Guherîna rejîma Îranê bi rêyên leşkerî nabe

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, li Berlînê ligel hempîşeyê xwe yê Fransî Jean-Noel Barrot civiya û piştî hevdîtinê daxuyaniyên girîng dan.

Wadephul destnîşan kir ku ew daxwaza pergaleke rêzê li mafên mirovan bigire li Îranê dikin, lê diyar kir ku guherîna rejîmê bi rêyên leşkerî ne pêkan e û ne realîst e.

Wezîrê Alman bal kişand ser ezmûnên Iraq û Lîbyayê û got ku destwerdanên leşkerî nebûne sedema avakirina pergaleke demokratîk û hiqûqî, lewma divê di mijara Îranê de analîzên rast werin kirin û rê li ber karesatên nû neyê vekirin.

Wadephul hişyarî da ku kûrbûna şerê li Îranê dikare cîhanê ber bi krîzeke mezin a xurek û koçberiyê ve bibe û destnîşan kir, ji ber rawestandina dabînkirina zibil, metirsiya birçîbûnê li Afrîkayê heye û ev rewş dê bibe sedema pêlên nû yên penaberan. Ji aliyê din ve, her du wezîran piştrast kir ku tevî geşedanên li Rojhilata Navîn, piştgiriya wan a ji bo Ukraynayê di şerê li dijî Rûsyayê de dê bi biryardarî berdewam bike û ew ê ewlehiya Ewropayê di çarçoveya NATO û Yekîtiya Ewropayê de biparêzin.