Li Singalê komên neyasayî hêzên xwe bi qasî sê qatan zêde kirine

Li Singalê komên neyasayî hêzên xwe bi qasî sê qatan zêde kirine

PeyamaKurd – Tevî ku li gorî rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ya navbera Hewlêr-Bexdayê diviyabû hemû hêzên biyanî û komên çekdar ji Şingalê bêne derxistin jî komên çekdar hêzên xwe bi qasî sê qatan li nav Şingalê zêde kirine.

Parlementera êzîdî li parlementoya Iraqê Xalîde Xelîl ji BasNewsê re daye xuyakirin, heta niha hikûmeta Iraqê di çareserkirina dosyeya Şingalê de ne cidî ye û tevî 6 meh bi ser rêkeftina Şingalê re derbas bûye lê hîn hikûmeta Iraqê ti gavek ji bo bicihanîna wê rêkeftinê neavêtiye û berevajî wê jî komên çekdar hêzên xwe sê qatan zêde kirine.

Parlementera kurda êzîdî anî ziman, li gorî rêkeftina Şingalê divê tevahiya milîs û çekdarên ne qanûnî ji Şingalê derkevin lê mixabin ji Şingalê derneketine, belkî hêzên xwe sê qatan jî zêde kirine.

Xalîde Xelîl got, “Divê rêkeftina Şingalê bilez were bicihanîn û hêzên ne qanûnî ji Şingalê derkevin. Çimkî xelkê Şingalê 6 sal e di nav xîvetan de dijîn. Ji ber wê jî divê hemû aliyek hewla aramkirina rewşa Şingalê bide da ku xelk bikaribe vegere ser cih û warê xwe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin