Îdia: Wezîrê Îsraîlê, fermana xwînrijandinê da!

Îdia: Wezîrê Îsraîlê, fermana xwînrijandinê da!

PeyamaKurd- Tevgera protestoyê ya Îsraîlê ragihand ku Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgir ê Îsraîlê Ben Gvir, banga xwînrijandinê li kolanan dike û polîsan teşwîqê tundiyê dike.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê "Tevgera Hêza Pilingan" ku yek ji komên pergalkirina xwpêşandanên li Til Evîvê ye, gotinên Ben Gvir ku hêzên polîs ên destwerdana xwepêşandanên li dijî hikûmetê yên li Til Evîvê wekî "leheng" pênase kiribû, hatin rexnekirin.

Tevgerê li ser "veguhertina polîsên Îsraîlî ji bo dezgeha îcrayê ji bo kesekî ku ji ber sûcên terorîstî mehkûm bûye, Ben Gvir ê ku di sala 2004an de bi “piştgiriya rêxistina terorê (rêxistina terorîst a siyonîst a tundrew a bi navê Kach)" hatibû mehkûmkirin, hişyar kir.

Di derbarê vê daxuyaniyê de heta niha ji aliye Wezîr Ben Gvir ve tu daxuyanî nehat dayîn.

Her wiha hat ragihandin ku Daîreya Lêpirsînê ya Polîsê Serdozgeriya Giştî jî 4 polîsan bi tometa bikaranîna tundûtûjiyêya li dijî xwepêşanderan lêpirsîn da destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin