PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Soranê tevlî ahenga lîsteya 190ê ya PDKê bû û gotarek pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî got: “Xelkê devera Soranê, ez dilxweş im ku ez dibînim we biryar daye PDK bi ser bikeve. Îro li bingeha Baregeha Barzaniyê Nemir, li wî cihê ku şoreşa Îlonê serkirdetiya mezintirîn bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê dikir, em civiyane ji bo ku biryara dawiyê li hilbijartinên di rêzê de bidin û lîsta PDKê bi ser bixin.”
Mesrûr Barzanî diyar kir, “Çawa ku li şoreşên Îlon û Gulanê ev çiya, Hindirîn, Zozik, Qelender û Hesen Beg, cihên tomarkirina dastanan bûn, xelkê vê deverê li roja 20ê Cotmehê dastaneke din tomar dike ku hemî nehezan PDKê serşor bibin û PDK bi ser dikeve û her ya yekê dimîne.”
Di dewamê de Mesrûr Barzanî got: “Dema em dengê xwe didin, em biryara li ser çarenivîsa welatî û awayê desthilatdariyê didin, em şiyar bin ka em desthilatdariya bê didin destê kê. Ev partî û aliyên ku dixwazin di van hilbijartinan de deng û baweriya xelkê Kurdistanê werbigirin, divê hûn bizanin ew kî ne û boriya wan çi ye û çi bername heye. Ev biryara we çarenivîsa we û neteweya we diyar dike, gelek bi hûrî biryara xwe bidin.
Li ser diruşmên aliyên din ên siyasî jî Mesrûr Barzanî da zanî, “Yek dirûşma wan nîne ku behsa baştirkirina rewş û jîn û jiyara we bikin, dirûşmên wan tenê ji bo bêhêvîkirina xelkê Herêma Kurdistanê ne.”
Mesrûr Barzanî got: “Ew ji me re dibêjin: Em dê we bidawî bînin û dê we rabiwestînin. Ne tenê niha, ji destpêka çêbûna PDKê heta niha gelek alî hebûn ku çi armanc nebûn ji bilî ku berbestan ji bo PDKê çê bikin û nehêlin PDK bi ser bikeve û ev gel bigehe kinarê aramiyê. Ew ji bo rawestandina karwan û xebata têkoşana PDKê li ser bizavên xwe berdewam in, ji bo ku xelkê Kurdistanê negehe armancên xwe.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir, “Çawa ku berê wan aliyan nekarî PDKê rawestînin, niha jî nikarin PDKê rawestînin. Ew nikarin PDKê rawestînin û bigihin armancên xwe yên çepel.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin