Kazaxistan | Tokayev spasiya Pûtîn kir û fermana kustina xwepêsandaran da!

Kazaxistan | Tokayev spasiya Pûtîn kir û fermana kustina xwepêsandaran da!

PeyamaKurd – Li Kazaxistanê xwepêşandanên li dijî deshilatdariyê ku piştî bihakirina nirxê gazê dest pê kiribûn hefteyeke bê navber berdewam dikin û heta niha hejmarek zêde kes jî hatine kuştin.

Serokomarê Kazaxistanê Qasim Comerd Tokayev got ku li piraniya welat pergala destûrî hatiye dabînkirin û xwepêşander 'terorîst' jî bi kuştinê tehdît kirin. Li ser daxuyaniyên gefxwarinê yên Tokayev xwepêşanderên Kazaxistanê jî bi nivîsên, 'Em xelkê ji rêzê ne, ne terorîst in' bersiv dan.

Tokayev ferman da hêzên ewlekariyê û artêşê ku bêyî hişyarkirinê, gule li xwepêşenderan ‘terorîst’ bireşînin û wan bikujin.

Herwiha Tokayev got, "20 hezar çeteyan êrîşî Almatayê kir. Heger hemû xwe radest nekin wê hemû bên îmha kirin.”

Tokayev, herwiha spasiya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî kir ku hêza leşkerî şandiye alîkariya wan.

Li gorî zanyariyên dawî di protestoyên Kazaxistanê de heta niha zêdetirî 26 xwepêşander û 18 endamên hêzên ewlekariyê hatine kuştin û zêdetirî 3 hezar kes jî hatine binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin