PeyamaKurd - Malpera Amerîkî ku daneyên koronayê belav dike, Coronavirus Updates, daneyên dawîn yên herêma Kurdistanê eşkere kirin.
Li gorî wê malpera amerîkî, li herêma Kurdistanê heya niha 201 haletên tûşbûnê hatine tomarkirin. Ji van 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, 62 kes jî baş bûne û jî nexweşxaneyê derketine.
Malpera amerîkî Coronavirus Updates malpereke ku dane û amarên derbarê koronayê de li seranserê cîhanê diweşîne.
#KURDISTAN (KRG/ Northern-Iraq)
— Coronavirus Updates (@group1crew) April 3, 2020
Total death: 2
Total cases: 201
Total recovered: 62
Source: @Kurdistan
#Coronavirus #Kurdistan #TwitterKurds pic.twitter.com/hwHlbQU7Ek
Malper daneyên kîjan welatî parve dike, emojiya ala wî welatî bi kar tîne lê ji ber ku emojiya Ala Kurdistanê di nava emojiyan de tune bûye wêneyekî mezin ê Ala Kurdistanê parve kiriye û daneyên dawîn eşkere kiriye.
Malpera navborî di zincîretwita xwe de dibêje, ji ber ku di nava emojiyan de ala Kurdistanê tune bûye, wan jî ji dêvla emojiyê wêneyê Ala Rengîn wekî parve kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin