PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şanda pê re di encama ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku di qezaya helîkoptera ku Serokomar Reîsî tê de bû de ti kes sax nemaye.
Hat ragihandin ku piştî 15 demjimêrên kar û xebatên lêgerîna helîkopterê gihîştine bermahiyên helîkopterê û hate diyarkirin ku di qezayê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Abdullahiyan, Waliyê Tebrîzê Malik Rahmetî û Nûnerê Tebrîzê yê Rêberê Îranê Xamineyî Mihemed Elî El Haşim canê xwe ji dest dane.
Her wiha hate ragihandin ku di qezayê de 2 serbazên payebilind ên artêşa Îranê û 3 personelên Artêşa Pasdaran ku di helîkoptera Reîsî de bûn jî jiyana xwe ji dest dane.
Serokomar Reîsî duh bi helîkopterê beşdarî merasima vekirina bendava li ser sînorê Îran û Azerbaycanê bûbû û di vegerê de helîkoptera ku tê de bû qeza kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin