PeyamaKurd - Walîtiya Wanê bi daxuyaniyeke ragihand ku, li ser sînorê 7 koçber mirî hatine dîtin.
Li navçeya Ebexa Wana bakurê Kurdistanê, ji aliyê tîmên rêxistina AFADê ve termê 7 koçberan hat dîtin.
Tê texmînkirin ku her 7 kesên mirî hatine dîtin koçberên efxanî, pakistanî û sûriyeyî ne.
Di daxuyaniya walîtiyê te hatiye destnîşankirin ku, ji bo sedema mirina wan koçberan were tesbîtkirin, termê wan bo Saziya Tibba Edlî hatine sewqkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin