PeyamaKurd – Piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê destpêkir heya îro dewleta Îspanyayê çi dorpêçan daniye ser Rûsyayê aşkera kir. Li gor rêjeya dewleta Îspanyayê heya niha dewletê dest daniye ser 3 yat, 23 mulk û bi awayeka demkî dest daniye ser 12 hesabên bankayê lê ji bo demkî. Rêvebirê serokwezîrtiya hukumeya Îtalyayê Oscar Lopez ji bo meclisa Îspanyayê “Stratejiya Ewlehiya Netewî” peşkeş kir û di derbarê dorpêçên ser olîgarkên Rûsya de agahiyan jî da.
Lopez ragihand ku ji roja şerê Ûkrayna-Rûsya destpêkiriye heya îro dest daniye ser hesabên 5 kesan ku 12 hesabên wan yên veberhênanê û hesabên wan yên şexsîne. 3 yatên ku dest danîne ser wan luksin û dest danîne ser 23 mulkan lê bi awayekî demkî.
Lopez her weha rêjeya koçberên Ûkraynayê jî weha ragihand: Heya niha 130 hezar koçber çûne Îspanyayê. Ji wan 15.400 kes zarokin û 72 hezar kes jî daxwaza parastina demkî kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin