PeyamaKurd – Rêvebirê Ragihandina Hişyariya Niştîmanî û Ragihandina Wezareta Pêşmerge Serleşker Osman Mihemed diyar kir, welatên cîhanê bi taybet Amerîka û Almanya li ser alîkariya Pêşmerge berdewam in.
Osman Mihemed di derbarê piştevaniya welatan ji bo Pêşmerge û proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de nirxandin kirin.
Serleşker Osman Mihemed amaje bi wê yekê jî kir, ku Hêzên Pêşmerge di dema borî de û niha jî erkên xwe bi cih anîne û diyar kir, ku welatên cîhanê bi taybet Amerîka û Almanya li ser alîkariya Pêşmerge berdewam in.
Osman Mihemed got, "Welat li ser piştgirîkirina Pêşmerge berdewam in" û hefteya borî di navbera Wezareta Pêşmerge û Almanyayê de rêkeftineke nû hat îmzekirin. Osman Mihemed got, bi vê rêkeftinê Almanya dê çekan bide Pêşmerge.
Osman Mihemed behsa alîkariyên Amerîkayê bo Pêşmerge jî kir û got, “Alîkariyên Amerîkayê bênavber berdewam dikin. Şandên leşkerî yên Amerîkayê bi berdewamî serdana Wezareta Pêşmerge dikin.”
Osman Mihemed diyar kir, yekbûn û birêxistinkirina yekîneyên 70 û 80 berdewam dike û diyar kir ku ew pêşbînî dikin ku ev pêvajo di sala 2026an de biqede.
Osman Mihemed eşkere kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêvajoya çaksaziyê ya di Wezareta Pêşmerge de ji nêz ve dişopîne.
Serleşker Osman Muhammed jî got, “Serok Barzanî parêzvanê Pêşmerge ye. Eger Iraq xwedî hêz bûya wê dawî li Pêşmerge bihaniya.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin