PeyamaKurd – Li bajarê Antalya li navça Alanya li taxa Avsallarê welatiyê Îsveçê yê di daîra apartmanekî de bi mlabata xwe re dijiya, di malê de mirî dîtin. Tîmên tendursitiyê ragihandin ku ew miriye û cenazê wî birin morga tiba edlî ya navça Alanyayê.
Malbata kesê Îsveçî ya L.O.J. (74), dema li malê li oda wî nihêrtin, dîtin ku bê tevgere. Malbat xeberê da tîmên 112an û dema tîm çûn malê dîtin ku ew kes jiyana xwe ji dest daye.
Piştî otopsiyê dê sedema wefata kesê navborî diyar bibe.