Bav û 2 kurên wî di malê de mirî dîtin

Bav û 2 kurên wî di malê de mirî dîtin

PeyamaKurd – Li navça Fethiye ya Muğlayê di kargehekî de, bavekî 37 salî û 2 zarokên wî ku yek 10 û yê din 6 saliye mirî dîtin.

Di kargehê de bav E.G. (37) daleqandî dîtin. Zarokên wî yên 10 û 6 salî jî di nav ciyên wan de mirî dîtin.

Dema tîmên tendursitiyê gihan ciyê bûyerê, dîtin ku her sê kes jî can dane. Sedema mirina wan nehat tesbît kirin lê piştî otopsiya doktor û dozger dê sedema mirina wan aşkera bibe. Lêkolîn û lêpirsîna li ser rûdanê dewam dike.

Rûdan, seet li dora 08.30an de li taxa Yeni ya navça Fethiyê qewimî. Li ser ku xelkê tîman agahdar kirin rûdan derket holê. Xelk çawa bi mijarê hisiya nehatiye gotin lê dema deriyê kargehê bi zorê vekirin û çûne kargehê, dîtin ku bav E.G. daleqandiye û di nav kargehê de her dû zarok jî di nav ciyên xwe de mirine.

Xwuya dike ku malbat di kargehê de hem karê xwe dikirin û hem kargehê weka mal bikar dianîn.