PeyamaKurd – Rêxistina Çavderiya Mirovan a Navdewletî (HRW) li ser êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên tundrew ên girêdayî wê ku ji 9ê Cotmeha 2019an ve dest pê kiribûn raporek belav kir.
Li gorî rapora HRWê herêma ku Tirkiyê navê ‘Herêma Ewle’ lê dike piştî êrîşan êdî ne ewle ye û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê bi navê Ceyşul Wetenî (SMO) sivîlan înfaz dikin û li ser aqûbeta karmendên alîkariyên mirovî jî ti daxuyaniyan nadin.
HRW: Bûyerên tawanên şer berdewam in
HRW dibêje, herwiha komên çekdar li herêmên xistine kontrola xwe nahêlin malbatên Kurd vegerin ser cih û warên xwe û mal û milkên wan jî têne talankirin.
Di raporê de tê destnîşan kirin ku niha bûyerên tawanên şer li herêmên jêr kontrola Tirkiyê de berdewam dikin û ji Tirkiyê tê xwestin lêkolînê li ser wan bike û fişarê li ser komên çekdar bike daku dawiyê li binpêkirinan werînin û hesap ji berpirsên wan bûyeran û fermandarên komên çekdar bipirsin.
‘Komên çekdar înfazan dikin û nahêlin malbatên Kurd vegerin malên xwe’
Dîrektora HRWê ya Rojhilata Navîn Sarah Leah Whitson li ser wan binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê rû didin gotiye, “înfazkirina mirovan, talana milkên wan û astengkirina vegera xelkê ji cih û warên xwe bûne; bi awayekî eşkere dupat dike ku bê çima pêşniyara Tirkiyê ya ‘Herêma Ewle’ herêmê ewle nake.”
Witson herwiha daye zanîn ku berevajî çîroka Tirkiyê ya ji bo operasyonê, komên ku ji bo birêveberina herêmê bikar tîne bixwe cudaxwaziya etnîkî û binpêkirinan dikin.
HRWê yek bi yek binpêkirin û tawanên şer tomar kirine
Di rapora HRWê de êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê wekî dagirkerî hatiye binav kirin û herwiha bi berfirehî tevî wêne, vîdyo, hejmarek hevdîtin û amarên binpêkirinên ji aliyê komên çekdar ve têne kirin, di raporê de cî digirin.
‘Divê Tirkiye li gorî hiqûq û normên navdewletî tevbigere’
HRW bang li Tirkiyê dike li gorî hiqûq û normên navdewletî tevbigere û ji komên çekdarên tawanên şer dikin jî hesab bipirse neku wekî niha dike çavê xwe ji wan re bigire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin