Elî Ewnî: “Dahata Silêmaniyê radestî hukumetê nayê kirin”

Elî Ewnî: “Dahata Silêmaniyê radestî hukumetê nayê kirin”

PeyamaKurd – Endamê serpereştiya PDK ê Elî Ewnî ragihand ku dahata Silêmaniyê nadin hukumeta Herêma Kurdistanê.

Elî Ewnî her weha bo BasNewsê ragihandiye ku hukumeta Herêma Kurdistanê di mijara dahatan û çaksaziyan de bernameyekî baş daye destpêkirin lê Silêmanî dahata xwe nade hukumetê û dikeve berîka hinek kesan ku di karên partiyên xwe de bikartînin.

Elî Ewnî her weha dibêje weke tîma cotmeha 2017 an a nava Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, xwe weke opozîsyon nîşan dide, lê belê ew  muzayedeya siyasî dikin û xelkê Silêmaniyê ji wan daxwaza xizmetê dike, her weka çawa li Hewlêrê u Duhokê têkirin.

Elî Ewnî dibêje ku dahata Silêmaniyê bigihê hukumetê, ew dahat dikare %21 arîşeya mehaneyan (mûçeyan) bi dawî bike lê YNK ne amade ye ku dahata Silêmaniyê bide hukumeta Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin