PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destxweşî li hêzên Asayiş, Dijeteror û hemû hêzên ewlehiyê kir ku karîn tawanbarek û hevkarên wî yên bûyera terorîstî ya xwaringeha Hewlêrê bibînin û desteser bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê spasî li welatiyên Herêma Kurdistanê jî kir û radigihand, "Herêma Kurdistanê bi keda van kurên dilsoz û bi hevkariya welatiyên me, her dem wek pêgeheke aram û ewle dimîne."
Daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi germî destxweşiyê li hêzên Asayiş û Dijeterorê û hemû hêzên ewlehiyê yên din dikim, ku di demeke gelekî kêm de karîn encamderekî û hevkarên kiryara teroristî ya xwaringeha Hewlêr bibînin, ku mixabin bi sedema wê dîplomatkarekî Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan.
Ev serkeftin berhema dilsozî û şevxewnekirina wan hêzan e, ku bûne parêzerê aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê. Herwiha spasî li welatiyên Herêma Kurdistanê dikim ku bi berdewamî piştevan û hevkarê dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bûne.
Herêma Kurdistanê bi keda van kurên dilsoz û bi hevkariya welatiyên me, her dem wek pêgeheke aram û ewle dimîne.
Serokê Hikûmeta Herêma Kuridstanê Mesrûr Barzanî
21/7/2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin