Di çalakiyên li Venezuelayê de 749 kes di bin çav de ne

Di çalakiyên li Venezuelayê de 749 kes di bin çav de ne

PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Venezuelayê bi sedema Nicolas Maduro ji nuh de hat hilbijartin ji bo serokatiya welat, muxalefet bertekê nîşan da û dest bi xwepêşandanan kir. Di xwepêşandanan de hêzên asayîşê 749 kesan xist binçav û 2 kes hatin kuştin lê artêşa Venezuelayê ragihand ku ew piştgiriya Maduro dike û serokê dewletê yê nû ye.

Hilbijartin roja Yekşemê çêbû û Nicolas Maduro car din bû serokê dewletê. Serdozgerê Venezuelayê Tarek William Saab, ragihand ku heya niha 749 kesan xistine binçav û dibe ev jimar zêdetir bibe. Piraniya kesên xistine binçav wê bi tewana ‘berxwedana li hemberê desthilatê û terorîzmê’ bên darizandin.

Di çalakiyan de li eyaleta kesekî û di ya bajarê Maracayê de kesekî can da.

Wezîrê bergiriyê yê Venezuelayê Vladimir Padrino, ragihand ku Maduro di dawiya heftê de, car din hatiye hilbijartin, serokê dewletê yê rewaye û artêşa Venezuelayê bê qeyd û şer destekê dide Maduro. Padrino got ku Maduro serfermandarê di rêya rewa de hilbijartin.

Konseya Hilbijartina Netewî ya Venezuelayê (CNE) ragihandibû ku %98 ray hatine jimartin, Maduro hilibjartinê qezenc kiriye, %51.2ê rayan sitendiye û koalisyona muxalefetê %44.2 ray sitendiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin