Di loqenteyekê de 149 kes bi jehrê ketin

Di loqenteyekê de 149 kes bi jehrê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Kuweytê daxuyanî da û ragihand ku li bajarê Hawaliyê duh 149 kes li loqenteyekê ji ber xwarinê jehrî bûn.

Ji kesên jehrî bûn 132 kes sewqî Nexweşxaneya Mibarek el-Kebîrê û 17 kes jî sewqî Nexweşxaneya Mîrektiyê hatin kirin.

Midûra Nexweşxaneya Mibarek el-Kebîrê Nadiye Cumayê diyar kir ku ji bo tedawîkirina kesên bi jehrê ketine bangî hemû doxtorên pispor kirine. Cumayê got ku nexweşên zarok jî di nav de rewşa kesên jehrî bûne giran nîne û niha 12 jê zarok 15 nexweş li cem wan di bin tedawiyê de ne.

Midûrê Nexweşxaneya Mîrektiyê Elî el-Alenda jî destnîşan kir ku ji duh heta niha 6 zarok û 4 jin jî di nav de 17 kes ji ber jehrîbûnê li nexweşxaneyê hatin tedawîkirin û ji wan 10 kes şandin malê.

Alenda got ku tedawiya 5 jê zarok 7 kesan jî li nexweşxaneyê heta demekê wê dewam bike.

Ji hêla din Saziya Xurekê ya Dewletê daxuyanî da û ragihand ku ew restorant hatiye girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin