PeyamaKurd – Amerîka vê carê kesên ku nêzî Putinin û ji tebeqa elît de ne, xist nav hedefa xwe. Di nav wan de ew kesê ku tê gotin heyiyên Putin yên li aliyê dinê yê deryayê birêve dibe, yê bi navê Sergey Roldugin û ferdên malbata wî xist nav lîsta dorpêçan. Wezareta xezînê û wezareta karên derve, bi hevre xebatê kirin û ragihandin ku biryara dorpêçê, bi sedema ji bo Rûsya ji bandorên heyî nereve, hatiye dayîn.
Wezareta xezînê ya Amerîkayê ragihand ku dorpêç Putin û elîtên Rûsyayê kiriye armanc û weha got:
“Tevgera me ya îro kesekî ku karê komîsyonê dike û bi Kremlînê re liheve, çend rêvebirên hukumetê ya Rûsyayê û parazvanê yatên Putin ku hem hevparê Putine, kiriye armanc.”
Di nav lîsta îro de Sergei Roldugin, hevjîna wî Elena Yuryevna Mirtova, serokê şîrketekî Rûsya ya balafiran Yury Slyusar, wezîrê gihandiniyê Vitaly Savelyev, wezîrê geşepêdanê Maxim Reshetnikov, wezîrê avahî-îskan û xizmetên giştî Irek Envarovich Faizulin û cîgirê serokwezîrê ûsyayê Dmitriy Yuryevicg Grigorenko hene.
Amerîka her weha ragihand ku di nav lîstê de yek ji herî dewlemendên Awrûpayê God Nisanov, berdevka wezareta karên derve Maria Zaharova, serokê Severgroupê ku yek ji mîlyarderên Rûsyaye Alexey Mordashov û malbata wî hene.
Wezareta bazirganiyê ya Amerîkayê, ji Rûsya û Belarûsê nehişt ku 71 şîrket ji Amerîkayê alavên teknolojîk bikirin û nehişt ku Rûsya ji bo êrîşên xwe yên ser Ûkraynayê dewam bike, wan pêdiviyên teknolojîk bigihê destê Rûsyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin