Sedir: Kurd, Sune û Sîe pistgiriyê didin hilwesandina parlamentoyê û hilbijartinan

Sedir: Kurd, Sune û Sîe pistgiriyê didin hilwesandina parlamentoyê û hilbijartinan

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, banga hilweşandina parlamentoya Iraq dubare kir û ji alîgirên xwe yên xwepêşandanan li Iraqê berdewam dikin xwest, helwesteke cidî nîşan bidin.

Sedir di peyama xwe de, li ser hilweşandina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinan got, “Ev nêrîna ji bo rizgarkirina Iraqê ji gendelî û paşdemayînê, ji aliyê gelek partiyên siyasî yên Kurd, Sunî, Şîe û yên din ve tê destek kirin.”

Herwiha Sedir spasiya aliyên ku piştevaniyê li hilweşandina parlamentoyê dikin kir û diyar kir, “Ez bang li xwepêşanderan dikim, ji bo welat ji gendelî û paşdemayînê rizgar bikin û rewşa xirab a li welat rast bikin, helwesteke cidî nîşan bidin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin