Ofîsa Serokwezîriyê li ser gotinên Endamê YNKê daxuyaniyek belav kir

Ofîsa Serokwezîriyê li ser gotinên Endamê YNKê daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Ofîsa Serokwezîriyê do derbarê gotinên Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Eta Serawî daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê: ‘‘Kesek bi navê Eta Serawî ku endamê serkirdayetiya YNKê ye, di daxuyaniyekê de bi şêwazekê nelirê û astnizim, komelek tohmetiyên bê bingeh û gotinên ne li rê arasteyî cenabê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiriye.’’ 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, herçend wî kesî bi xwe beriya bi demekê ragihandibû ku ji aliyê hevserokê berê yê YNKê, gefa terorkirinê lê hatiye kirin, ku dixwaze bi wan tohmetan babeta jehrkirina serkirdeyê hizba xwe ji bîra xelkê bibe.

Of li beramber wan tohmetên bê bingeh, rêkarên yasayî wê werbigire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin