Danîmarka û Norwecê biryar dan balyozxaneyên xwe yên li Kabulê bigirin

Danîmarka û Norwecê biryar dan balyozxaneyên xwe yên li Kabulê bigirin

PeyamaKurd – Danîmarka û Norwec, biryar dan ji ber rewşa xerab ya ewlekariya Afganistanê, balyozxaneyên xwe yên li Kabulê bigirin.

Wezîrê Karên Derve yê Danîmarka Jeppe Kofod ji rojnamevanan re da zanîn, ew balyozxaneya xwe ya li Kabulê bi awayekî demkî digirin.

Kofod diyar kir, ew ji bo vekişandina karmendên li Afganistanê, bi Norwecê re hevkariyê dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Norwecê Ine Soreide jî destnîşan kir, ew balyozxaneya xwe ya li Kabulê digirin, dîplomatên xwe û xebatkarên xwe yên herêmî û nasên wan vedikişînin.

Wezîra Karên Derve ya Fînlandê Pekka Haavisto jî eşkere kir, ew dê ji bo vekişandina 130 Afganan, ku kesên bo welatê wan, Yekîtîya Ewropa (YE) û NATO xebitîne û nasên wan in, firînekê li dar xin.

Balyozxaneya Fînlandê ya Kabulê, dê bo demekê vekirî bimîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin