PeyamaKurd-Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwazî li şanda parlementerên serbixwe yên Iraqê kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser rizgarbûna ji qeyran û astengiyên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê guftûgo hatiye kirin.
Ji Baregeha Barzanî hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwazî li şandeke endamên serbixwe yên Encûmena Nûneran a Iraqê kiriye. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û xitimandina proseya siyasî ya Iraqê hatine gotûbêjkirin û şanda mêvanan, destpêşxeriyên xwe yên ji bo rizgarbûna ji qeyran û astengiyên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê pêşkêş kirine.
Hat ragihandin ku tekezî hatiye kirin ku berdewamiya qeyrana siyasî, metirsiyeke cidî ya li ser berjewendiyên welatiyan û aramiya Iraqê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin