PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 27ê Sibatê ferman da ku Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran û hemû aliyên pêwendîdar budce û hemû pêwîstiyên proseya hilbijartinê dabîn bikin daku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de were kirin.
Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, li gor fermana Herêmî ya hejmar 33 a roja 24ê Sibata 2022an ku roja 1ê Cotmeha 2022an wek roja encamdana hilbijartina xula Şeşemîn a Parlemanoya Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi biryarekê Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran û tevahiya aliyên pêwendîdar raspardin, budce û hemû pêwîstiyên proseya hilbijartinê dabîn bikin, ji bo hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bê encamdan.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 24ê Sibatê, biryara diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îmze kir ku roja hilbijartinê wek 1ê Cotmeha 2022yan hatiye diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin