PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, fermana bilindkirina pileya 682 efserên Hêzên Asayîşa Navxwe îmze kir.
Li gorî ragihandina Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ya bi îmzeya Serokê Dîwanê Umîd Sebah, biryarnameya bilindkirina pileya efserên Hêzên Asayîşa Navxwe belav kir.
Hate diyarkirin ku biryar li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî û piştî derçûna fermana Herêmî ya hejmar 142 (ya di 28ê Hezîrana 2026an de) hatiye dayîn.
Li gorî lîsteya pêvekirî ya biryarnameyê, pileya 682 efseran li ser Wezareta Navxwe hat bilindkirin. Ev bilindkirina pileyê li gorî xala 10emîn a "Yasaya Xizmet û Xanenşîniya Hêzên Asayîşa Navxwe ya Federal" ya hejmar 18 a sala 2011an pêk hat.
Di fermanê de, biryar hatiye dayîn ku vegerandina xizmetê ya hejmarek efseran ji bo pileya wan a bê tê pêkanîn. Biryar ji roja derçûna wê ve dikeve warê cibicîkirinê û hemû efserên ku navê wan di lîsteyê de heye, dê li gorî pileyên xwe yên nû mafên xwe yên darayî û îdarî werbigirin.