PeyamaKurd-Kompaniya Berevaniya Almanyayê ragihand ku di destên wan de Tanqên Leopard 1A5 hene û ew dikarin van tanqan ji Ukraynayê re bişînin.
Welatên Ewropayê şandina çek û maşînan ji bo Ukraynayê didomînin. Li gorî nûçeya Rojnameya Handelsblettê, CEOyê Kompaniya Berevaniya Almanyayê Armin Papperger daye zanîn ku di destên wan de tanqên Leopard 1A5 hene û halê hazir ev tank ji aliyê wan ve nayên bikaranîn. Papperger dibêje, ji ber ku niha ev tanq nayên bikaranîn, em dikarin bi armanca piştgiriyê ji Artêşa Ukraynayê re bişînin.
Armin Papperger di dewamê de got ku ji bo veguhestina tanqan, divê Hikumeta Almanyayê erê bike. Di serê Nîsanê de jî hatibû îdiakirin ku dê Hikûmeta Almanyayê firotina 58 maşînên zirxî yên PBV-501 a ji bo Ukraynayê erê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin