PeyamaKurd – Serokê Encûmena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl, ev demek e rewşa tenduristiya wî xirab bûye û nûçeyên ku koça dawî kiriye jî hatin belavkirin.
Berpirsê YNKê yê melbenda Hewlêrê Selah Bapîr li ser rewşa dawî ya tenduristiya Kosret Resûl ragihand ku niha ji doh baştir e.
Bapîr daye zanîn ku ji ber ku rewşa tenduristiya Kosret Resûl xirab bûbû ew birine Almanya û niha li nexweşxaneyekê tê tedawîkirin, lê rewşa wî ji doh baştir e û bi derdora xwe re jî axivîye.
Herwiha li ser gotegotên jehrîkirina Kosret Resûl jî berpirsê YNKê gotiye, tiştekî wisa nîne, rewşa kak Kosret nexweşiyek din e û heger rewşa wî baş bibe dê vegere Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin