Li Silêmaniyê erdhej çêbû

Li Silêmaniyê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Hat ragihandin li rojhilatê navçeya Kelarê ya parêzgeha Silêmaniyê erdhej çêbû.

Wezareta Veguhstinê ya Iraqê, îro 5ê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihand ku li demjimêr 12:07 erdhejek li rojhilatê navçeya Kelarê ya parêzgeha Silêmaniyê rû daye.

Wezaretê eşkere kir, welatiyên li wê navçeyê hest bi erhejê kirine û daxwaz ji welatiyan hat kirin, pabendî rênimayên erdhejê bin ku Desteya Giştî ya Keşnasî û Erdhejê belav dike.

Derbarê ziyanan û tundiya erdhejê de ti agahiyê nehatin belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin