PeyamaKurd – Rêvebiriya DYAyê ragihand ku givaşên nûn daniye ser dezge û kesên têkiliya wan bi televizyona RT re hene. Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken ragihand ku van kesan xebatên bêîstîqrarkirinê dikin û agahiyên şaş didin.
Blinken got ku li welatên biyanî xebatê dikin, di şerê Rûsya û Ûkrayna de desteka baş didin rêvebiriya Moskovayê û lewra dorpêçan daniye ser wan.
Wezîrê karên derve yê DYAyê Blinken, di wezaretê de civîna çapemeniyê kir û got ku biryarê dane givaşê danîne ser kanala dewletê ya Rûsyayê ya bi navê RT, 3 dezgeyên girêdayê wê û 2 kesan.
Blinken got ku dezge û kesên navborî girêdayê RTyê, li derveyê welat, bi awayekî ji dil agahiyan xerab dikin, ji xebatên rojnamegeriyê bêhtir ‘sîxuriya sergirtî’ û xebatên wekî wê dikin.
Blinken her weha ragihand ku li ser hilbijartinên DYAyê yên sala 2016an xwestine bandora bi dilê xwe bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin