Îran: “Tofana Aqsayê” nîsan daye ku Îsraîl dibe têkhere”

Îran: “Tofana Aqsayê” nîsan daye ku Îsraîl dibe têkhere”

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Nasir Kenanî bi sedema Hamasê li hemberê Îsraîlê dest bi êrîşan kir û operasyona Tofana Aqsayê da destpêkirin, Fîlîstîniyan û Hamasê pîroz kir û got:

“Tofana Aqsayê” car din nîşan daye ku dibe Îsraîl têkhere.”

Kenanî destekê da perê leşkerî yê Hamasê tûxayên İzzeddin el-Kassam. Kenanî got ku operasyona li hemberê Îsraîlê bi qeheremanî bûye û weha dewam kir:

“Operasyona ‘Tofana Aqsayê’ li ser axa îşxalkirî di têkoşînê û di berxwedanê de rûpelekî nûh vekiriye. Îsraîl di sala 2006an de li Lubnanê û di sala 2000an de li Gazzeyê li hemberê grûbên berxwedêr paşde vekişiyaye, têkçûye û efsana ku Îsraîl têk naçe şikiyaye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin