PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di hevpeyvîneke ligel televizyona Al Hadath a Erebistana Siûdê de ragihand ku sê caran hewl hatiye dayîn ku wî bikujin.
Kazimî di hevpeyvînê de gotiye, di heyama serokwezîrtiya min de, sê caran hewl hatiye dayîn ku sûîqestê li min bikin, lê derbarê aliyên ku hewla sûîqesta wî dane de hurgilî nedan.
Kazimî diyar kiriye, “Ez xemê naxwim û natirsim jî. Ezê li gorî plana ku me ji bo rêvebirinê daniye xebata xwe berdewam bikin.”
Mistefa Kazimî herwiha daye xuyakirin ku heger wî serokwezîrtî qebûl nekira wê li Iraqê şerekî navxweyî çêbûba û li ser boykota hilbijartinên 10ê Cotmehê ya Tevgera Sedr jî gotiye, ew helwesta wan bi xweşbînî pêşwazî dike, lê hemû gelê Iraqê jî vedixwîne ku beşdarî hilbijartinan bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin