PeyamaKurd - Serokê Komîteya Parlamentoya Iraqê ya taybet bi pirsgirêka Xaneqînê Nasir Yûsif ragihand ku daxwaza vegera Pêşmerge bo Xaneqînê gihîştiye Parlamentoya Iraqê.
Yûsif ji malpera fermî ya PDKê, KDP.info re ragihand: “Ji ber aloziyên rojên derbasbûyî li sînorê Xaneqîn, ku genim û ceh û bax û zeviyên Kurdan dihatin şewitandin, serokê Parlamentoya Iraqê komîteyek ava kir û şand Xaneqînê ku ez serokê komîteyê bûm û roja Pêncşemê em çûn Xaneqîn. Me dît ku xelkê wê navçeyê di rewşeke pir xerab de ne, ji aliyê xizmetan de û ti baweriya wan bi Hikûmeta Iraqê nemaye.”
Nasir Yûsif da zanîn, ji bilî nebûna xizmetan, rewşa ewlehî li wir nearam e û got, “Divê rewş li wir bê guhertin û hêzeke ji Pêşmerge û hêzên Iraqê bi hevre wê navçeyê biparêzin û nava bajêr jî bikeve destê polîs de. Me ev yek ji fermandarê artêşa Iraqê jî re got, ku cihê artêşê ne nava bajar e û pêwîst e artêş û Heşda Şeibî ji bajarê Xaneqîn derkevin.”
Yûsif diyar kir ku ew û rêxistinên navçeyê û pêkhateyên Xeneqînê û îdareya bajêr gihîştin encama dawî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Xaneqînê û got, “Pêwîst e Pêşmerge vegerin navçeyê û me ev daxwaza vegera Pêşmerge û normalkirina rewşa Xaneqînê gihand Parlamentoya Iraqê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin