PeyamaKurd- Wezîrê petrolê yê Sûriyê Alî Xanem ragihand ku rejîma Sûriyê bi 2 şîrketên petrolê yên Rûsya re, petrola ku di nav sînorê behra Sûriyê de ye, lihev kir. Li gor ragihandina ku ji aliyê ajansa nûçeyan ya Sûriyê de hatiye kirin, Alî Xanem weha got:
“Me berê bi şîrketeka Rûsya re, li ser bloka 2 yem peyman îmze kiribû. Me bo bloka 1 ê jî bi şîrketeka Rûsya re peyman îmze kir û niha di asta erêkirinê ya dawî de ye. Navê şîrketekî ji wan Kapital e. Her dû blok jî di nav sînorên Sûriyê yên avê de ye.”
Şam plan dike ku di salên pêşiya me de, di nav behrê de dest bi keşfê bike û dê Şam bi Rûsya re Navendeka Zanistî ya Jeolojiya Petrolê ava bike. Wê pisporên Rûs û Sûriyeyî di vê navendê de wezîfe bikin û bibe xezîneya zanista sektore.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin