PeyamaKurd – Rêvebirê ofîsa agahiyan ya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Osman Muhammed ji bo K24 ê ragihandiye ku heya niha ji yekîneyên pêşmergeyan yên 70em û 80em 22 tûxayan dewrî wezareta Pêşmerge kirine. Osman Muhammed ragihand ku yekkirina yekîneyên 70 ê û 80 yan ast bi ast birêve diçe û herî dawiyê ji bo 2 tumen bên avakirin xebat dewam dikin.
Di çend rojên borî de cîgirê wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn gotibû:
“Li gor planê di nav 4 salên pêşiya me de wê temamê Pêşmergeyan di bin sîwana wezareta Pêşmerge de bibe yek.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin