PeyamaKurd- Rêvebiriya tenduristiyê ya bajarê Aksarayê ragihand ku bi gumana nexweşîna coconavîrusê, li bajarê Aksarayê 12 kes xistine bin çavdêriyê ku 3 ji wan Tirk in û 9 ji wan karekerên Çînî ne. Rêvebirî bo mijarê peyamekî da û weha got:
“Bi sedema 9 hemwelatiyên Çînê di nava hefteyekî de geşta wan bo Çînê çêbûye û dageriyane Tirkiyê, ji aliyê gumana vîrusa coconayê ve me tedbîrên xwe girtiye ku ew bi xwe hatine seredana navenda tenduristiyê ya Entegra ya Sultanhanı kirine. Bi awayeka bi îzole, ji aliyê tîmên me yên 112an de hatine neqilkirin bo Nexweşxaneya Aksarayê ya Perwerdê û Lêkolînê. Di heman pêvajoyê de 3 kes hemwelatiyên Tirkiyê, bi sedema bi wan re di nav têkiliyan de bûne bo tetkîkê nûmuneyên wan hatine sitendin. Temamên wan li nexweşxanê di bin çavdêriyê de ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin