‘DAISa Spî’ li Efrînê banga xîlafetê kir

‘DAISa Spî’ li Efrînê banga xîlafetê kir

PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku niha ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên Îxwanî ve hatiye dagirkirin, rêxistina bi navê ‘Partiya Tehrîr Îslamî’ ku xîlafetê dixwaze û wekî ‘DAIŞa Spî’ tê naskirin, çalakî li dar xist û banga xîlafetê kir.

Alîgirên Tehrîr Îslamî bi hinceta ku piştevaniya şoreşa Sûriyê bikin li Efrînê çalakiyek li dar xistin û nivîsên ku wek partiyeke tundrew û xîlafetxwaz tê naskirin.

Li gorî çavkaniyên Afrînpostê ev partiya wekî Îslamî tê bi navkirin xwedî ramanên tundrew e û bi navê partiya “Hûtan” jî tê naskirin.

Ew partî ne dewleta niştîmanî, ne jî sînoran nas dike û piranî çalakiyên vê partiyê boyaxkirina dîwar û nivîsandina durişme û gotinên dijî demokrasiyê ne.

Hat zanîn ku piştî bajarê Heleb û Idlibê, ji nişka ve bi çalakiyekê li bajarê Efrînê ev partiya ku wekî DAIŞa Spî tê naskirin derketiye holê û banga şoreşeke vala û bê wate kiriye.

Alîgirên “Partiya Tehrîr El-Îslamî” li bajarê Efrînê, 5ê Sibata 2021an çalakiyek bi navê “şoreş raman e û raman jî namire” li dar xistine û di çalakiyê de durişmeyên Îslamî û banga avakirina dewleta Xîlafetê hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin