Serok Barzanî bi Mendelewaî re rewsa siyasî ya Iraqê gotûbêj kir

Serok Barzanî bi Mendelewaî re rewsa siyasî ya Iraqê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Muhsîn Elî Mendelawî re civiya ku di dengdana 28ê Îlonê ya Parlamentoya Iraqê de hatibû hilbijartin.

Baregeha Barzanî derbarê hevdîtinê de ragihand, “Roja şemî 01.10.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Muhsîn Elî Mendelawî Cîgirê Yekemê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.”

Hat diyarkirin ku di civîna ku Şaxewan Abdulla Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê jî amade bû de, Serok Barzanî pîrozbahî li Muhsîn Elî Mendelawî ji bo hilbijartina wî wekî Cîgirê Yekemê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Herwiha Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê spasî rola Serok Barzanî ya li proseya siyasiya Iraqê û hewlên wî yên ji bo nehiştina binbesta siyasî kir.

Di hevdîtina ku pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê hate gotûbêjkirin de danustandina bîr û ramanan hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin