PeyamaKurd- Parlementerê berê yê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan Farûq Kerîm Fetah got ku YNK ket destê grûbeka bê tecrube. Fetah di ser de nerazîbûna xwe bo her dû hevserokan aşkera kir û got ku nabe her dû kes ji heman malbatê bin. Fetah, bo ajansa Basnewsê weha ragihandiye:
“YNK ket destê grûbekî gênc ên bê tecrube. Helbet dibe ku hinek destên kirêt li ser van gêncan bandorê bike û van gêncan li gor berjewendiyên xwe îdare bike. Berê tenha yek serokê partiyê hebû. Niha du serokên wê hene. Her dû serok jî endamên heman malbatê ne. Ev halê han bo YNK ê weke pirsgirêkekî li holê ye. Ew kesên ku bilez bo YNKê li hevserokan geriyan, dixwazin çi bikin? Ew kes dixwazin YNKê bi ku de bibin?”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin