Li Mêrdînê sivanek bi lêdana brûskê can da û yek jî birîndar bû

Li Mêrdînê sivanek bi lêdana brûskê can da û yek jî birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê brûsk li du şivanên li ber pezê xwe bûn ket ku yek ji wan jiyana xwe ji dest da yê din jî birîndar bû.

Li gundewarê navçeya Masertê ya Mêrdînê, brûskê li nêzîkî du birayên ku şivantî dikirin ket.

Hat ragihandin ku di lêdana brûskê de, Remezan Yilmazê 19 salî di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest da û birayê wî Azad ê 15 salî jî birîndar bû.

Birayê birîndar Azad Yilmaz ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiya Azad Yilmaz nebaş e û metirsî li ser jiyana wî heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin