Li deverên di bin desthilata Hikûmeta Sûriyê de ne 52 kesên din bi Koronayê ketin

Li deverên di bin desthilata Hikûmeta Sûriyê de ne 52 kesên din bi Koronayê ketin

PeyamaKurd - Li deverên di bin desthilata Hikûmeta Sûriyê de ne, 52 kesên din bi Koronayê ketin û 4 kesan jî ji ber vîrusê can dan.

Li gor Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê diyar kir, 52 kesên din bi Koronayê ketin û 4 kesan jî dan. Herwiha 37 pêketiyên berê jî, ji wê vîrûsê jî baş bûne.

Wezaretê da zanîn, bi amarên nû re hêjmara kesên bi Koronayê ketine, gihîştiye 5 hezar û 319 kesan û yên qurbaniyan jî derketiye 264 kesan, Herwiha hêjmara kesên ji wê vîrusê jî baş bûne gihîştiye hezar û 692 kesan.

Li gor amarên Rêveberiya Tendirustiyê li Idlîbê jî, li navçeyên di bin desthilata Opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê de, 214 kesên din bi Koronayê ketine, 172 jê li Idlîbê ne û 42 jî li Helebê ne. Herwiha 58 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Li gor Rêveberiya Tendirustiyê, heta niha li navçeyên di bin desthilata opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê de, 3 hezar û 975 kes bi Koronayê ketine û ji wê hêjmarê 21 kesan can dane û hezar û 546 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin