Îran tehdîd kir: Em ê jî ji peymanê vekisin

Îran tehdîd kir: Em ê jî ji peymanê vekisin

PeyamaKurd- Serokê ayînî yê Îranê Ayetullah Elî Hemaney got eger di encamê de ew bigihên wê baweriyê ku peymana nukleerî ji xizmeta netewa Îranê re xizmetê neke, wê ji peymanê vekişin.

Encumena wezîran ya di bin serokatiya Hesen Rûhanî de çû seredana serokê ayînî Hamaney û di hevdîtinê de behsa peymana bi Awrûpa re hat kirin. Hamaney ragihand ku ti astengî di hevdîtina bi Awrûpa re tineye lê divê di mijara aborî û parastina peymana nukleerî de hêviya xwe ji Awrûpayê bibirin.

Hamaney behsa îhtîmala vekişandina ji peymana nukleerî kir û weha got: “Peymana nukleerî ne armance, ew tenê alavekiye. Eger em bawer bikin ji berjewendiyên me yên netewî re xizmetê nake, em ê ji peymanê vekişin.”

Hamaney bo krîza darayî got ku divê hukumet bi şev û roj xebata xwe bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin