PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî alên PKKê ji aliyê hêzên polîsê federal ên Iraqê ve hatin daxistin, hêzên girêdayî PKKê hejmarek binkeyên xwe yên li Şingalê vala kirin.
Ji bo bicihanîna rêkeftina Şingalê, hêzên Iraqê yên ku çûn Şingalê demek berê alên PKKê yên li ser binkeyên wan anîn xwarê û molet û dem ji wan re hate dayîn ku binkeyên xwe vala bikin.
Li gor zanyariyan ji doh 29ê Mijdarê ve PKKê dest bi valakirina binkeyên xwe yên li navenda Şingalê kirine û hejmarek binke jî radestî hêzên polîsê federal ên Iraqê kirine.
Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl jî da xuyakirin ku li gor rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê piştî anîna xwar a alên PKKê pêwîst bû PKK binkeyên xwe jî radest bike û got, “Diyare hin binke radest kirine, lê divê PKK çekdarên xwe jî bibe derveyî qezayê. Li gor rêkeftinê nabe yek çekdarekî PKKê jî li Şingalê bimîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin