Hikûmeta Afgan sirîkatiya hikûmetê pêsniyarî Talîbanê kir

Hikûmeta Afgan sirîkatiya hikûmetê pêsniyarî Talîbanê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Afganistanê pêşniyara şirîkatiya hikûmetê li Tevgera Talîbanê kiriye ku niha beşek mezin ji erda welat xistiye bin kontrola xwe.

Li gorî ajansa AFPê ku dispêre çavkaniyên ji şanda danûstankar a hikûmeta Afganistanê, hikûmeta Afganistanê di hevdîtinên paytexta Qeter Dohayê de, pêşniyar li Talîbanê kiriye heger şer bide rawestandin dikare bibe şirîkê hikûmetê.

Çavkaniyê li ser pirsa AFPê destnîşan kiriye, "Belê hikûmetê li Qeterê wekî navbeynkar pêşniyarek pêşkeş kir. Li gorî pêşniyarê li beramberî rawestandina şer Talîban dibe şirîkê hikûmeta Afganistanê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin