Trump wê li dijî hin dewletên din qedexeya rêwîtiyê ragihîne

Trump wê li dijî hin dewletên din qedexeya rêwîtiyê ragihîne

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê diyar kir ku ew dê li dijî hin dewletên din qedexeya rêwîtiyê ragihînin.

Trump da zanîn ku ew ê qedexeya nû di demeke kin de dest pê bike lê wî negot ku di lîsteyê de kîjan dewlet hene.

Medya Amerîkî dibêje ku rêvebirîya Trump dê dijî Erître, Belarus, Qirgizistan, Myanmar, Nîjerya û Sudan û Tanzanya qedexeya rêwîtîya ber bi Amerîka ve ragihîne.

Trump di sala 2017an de dijî 7 dewletan qedexeya rêwîtiyê ragihandibû lê dadgeha federal ew biryar red kiribû.

Di sala 2018an de, Dadgeha Qanûna Bingehîn rê li ber biryara Trump ya ser qedexeya rêwîtiyê vekiribû.

Hêjayî gotinê ye ku ji bo Îran, Îraq, Lîbya, Somalî, Sudan, Sûrîye û Yemenê qedxeya rêwîtiyê ya ber bi Amerîka ve dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin