Kestiya Oruç Reis a Tirkiyê bo lêgerînan dîsa diçe Derya Spî

Kestiya Oruç Reis a Tirkiyê bo lêgerînan dîsa diçe Derya Spî

PeyamaKurd – Li rojhilatê Derya Spî keştiya Oruç Reis a Tirkiyê, dîsa dest bi lêgerîna çavkaniyên enerjiyê dike.

Li gorî Tirkiyê diyar kir, keştiya Oruç Reis dê ji 12ê Cotmehê heta 22yê Cotmehê li Derya Spî dest bi lêgerîna çavkaniyên xwezayî, weke petrol û gazê bike.

Herwiha biryar e, du keştiyên din bi navên Ataman û Çengîzxan di vê erkê de alîkariya keştiya Oruç Reis bikin.

Tirkiyê berî niha ragihandibû, bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên bi Yûnanê re yên li Derya Spî, keştiya Oruç Reis vekişandiye, da ku derfetekê bide danûstandinên siyasî yên bi Yûnanê re, lê niha careke din wê keştiyê dişîne nav Deryaya Spî.

Yekîtiya Ewropa jî berê ragihandibû, eger Tirkiye lêgerînan berdewam bike, dê pêwendiyên di navbera Tirkiyê û YE de aloz bike û ew dê Tirkiyê ceza bikin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin